22 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
BÎTLÎS
Xelatiyên ku li bajarên cuda cuda yên Tirkiyê dijîn û havînan bona betlaneyê tên navçeya ku lê hatine dinê, seba tenduristiyê serê sibê dikevin ava hênik a Gola Wanê.
Grûba ku ji nêzîkî 50 kesî pêk tê, li baxçeyê Mala Mamosteyan a Xelatê ya li ber qeraxê Gola Wanê tên cem hev û xwe berdidin ava golê û li kêfa xwe mêze dikin.
Karsazê ji Xelatê Yunus Ensarî ku 98 salî yê û di Gola Wanê da ajne dike daxuyanî da rojnamegeran û got ku sedema çakbûna wî ya heya vî emrî, ava Gola Wanê ye.
Ensarî destnîşan kir ku divê qîmetê ava Gola Wanê bê zanîn û wiha xeberda, "90 sal berê, anku dema ez 5-10 salî bûm, evqas zinar tunebûn. Gol bêtir li para bû. Wê çaxê em ji sibê heya êvarê ji avê dernediketin. Vêga ez 98 salî me. Îro min digel ciwanan ajne kir. Bi saya gola wanê ez çak im. Awistralya ne tê da ez li hemû derê dinê geriyam. Li gelek deverê ketim behrê, lê min ev zewq li tu derî nesitand. Ev av li tu derî tune."
Mamosteyê teqawidbûyî Behlul Şerefoglu jî destnîşan kir ku ew her sibe di saet 06.30î da tên cem hev û dikevin avê. Şerefoglu got ku wan di serî da bi 4-5 kesî va dest bi vê çalakiyê kir.
Şerefoglu got ku hejmara grûbê aniha gihîşt 50 kesî û ev jî tiştekî pir xweş e.
Serokê Komeleya Perwerdeyê ya Xelatê ya Antalyayê Şahap Koçalp jî destnîşan kir ku wî di hemû behrên Tirkiyê da ajne kir, lê tama Gola Wanê li tu derî nedî.