Fatih Gazioğlu
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
ŞIRNAK
Tîma Şirnexê ya Akademiya Fitbolê ya Nêçîrvanê Qabiliyetê ya Navneteweyî (UYAFA) ku li bajarê Barcelonaya Îspanyayê bû şampiyon vegeriya bajêr.
Tîma Şirnexê ya UYAFAyê li Barcelonya bajarê Îspanyayê beşdarî Turnûvaya Fitbolê Costa Bravayê bû.
Ji 11 welatên cuda 200 tîm beşdarî turnuvayê bûn. Tîma Şirnexê ya UYAFAyê li turnuvayê bû şampiyon.
15 fitbolîstên tîmê yên ku emrê wan ji 13 salî biçûktir e piştî 20 rojan vegeriyan malên xwe û malbatên xwe re hatin bal hev.
Ji bavê zarokên şampiyon Mesut Varçîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi vê serkeftinê gelekî serbilind bûn û wiha axivî:
"Me wê çaxê pêşbirk ser têlevîzyonê temaşe kir. Gava me dît ku tîma zarokên me bû şampiyon, em ji kêfa firiyan. Înşellah zarokên me wê serfkeftinên mezintir bibînin."
- "Înşellah em ê rojekê welatê xwe bi formaya tîma neteweyî jî temsîl bikin"
Veli Varçînê (12) fitbolîst got ku ew ji Şirnexê 20 roj beriya vê çûne Îspanyayê û wan hêrî zêde xeribiya malbata xwe kirine û wiha got:
"Em bi diayên malbatên xwe ve çûn wê derê û em gelekî kêfxweş bûn ku ev kupa me anî welatê xwe. Ev kupa ji bo hemû Şirnex û Tirkiyeyê bila diyariya me be."
Hamza Avîlê fitbolîst jî got ku mamosteyê wan her dem ji wan bawer dikir ku ew ê rojekê bi ser kevin û wiha axivî:
"Em ji ber vê yekê gelekî kêfxweş in ku ev kupa me anî welatê xwe. Me ji bo turnuvaya li Îspanyayê soz dabû gelê Şirnexê û Tirkiyeyê. Me îro ev sozê xwe girt û ji ber vê yekê ez gelekî serbilind im. Înşellah em ê rojekê welatê xwe bi formeya tîma neteweyî jî temsîl bikin."
- "Di dema êrîşan terorê da me antreman kir"
Antrenorê tîma UYAFAyê û Silopîsporê Omer Şeblek jî got ku wan ji bo fitbolê perwerde dane 250 ciwanan.
Şeblek diyar kir ku wan piştî demekê ji nav van 15 fitbolîst jibartine û wiha dewam kir:
"Me ji van zarokan tîmeke baş ava kir. Îmkanên me zêde nebûn lê em dîsa jî xebîtin. Li navçeya Silopiyê wê çaxê êrîşên terorê dihatin kirin lê me dîsa jî antremanên xwe domandin. Her roj qasî 2 saetan em dixebitîn. Ev zarok bi ked û xebatê bûn şampiyon."