Türkan Tosun
18 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Sabrî Gunduzê Xaziyê 15ê Tîrmehê li mala wî ziyaret kir.
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan û Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn jî bi Erdogan re çûn mala Gunduz.
Xazî Gunduz ji Serokomar Erdogan re behsa serpêhatiyên xwe yên şeva 15ê Tirmehê kir.
Gunduz got şeva derbeyê ew ji çoka xwe birîndar bûye û tesîra wê li ser tenduristiya wî çêbûye.
Serokomar Erdogan bi Bahar Betula qîza Gunduz û zarokên cînaran Zumra Betul û Hasan Saît şa bû û pêlîstok da zarokan.
Diya Gunduz ji Serokomar Erdogan rica kir ku ew ji kurê wî re bibêje bila êdî cixareyê nekşîne.
Erdogan pakêta cixareyê ji Gunduz xwest û ji wî soz hilda ku ew êdî cixareyê nekşîne.