İbrahim Atmaca
18 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
ANKARA
Li Akçakaleya navçeya Şanliûrfayê xebatên lêgerîna 2 eskerên ku di lehiyê da winda bûn, dewam dike.
Sererkaniyê der heqê lehiya ku li herêma 3yemîn Fermandariya Alaya Hidûd a li Akçakaleyê rabû da agahî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li Akçakaleya navçeya Şanliûrfayê piştî baraneke gur lehî rabû û 2 personelên qereqola hidûd ku girdayî 3yemîn Fermandariya Alaya Hidûd e, hê nehatine dîtin. Ji bo dîtina her du personelên ku wê demê nobet digirtin, xebata lêgerînê dewam dike."