08 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Tunêla Avrasyayê ya ku wê di 20ê Kanûnê da were vekirin, derbas bû.
Erdogan hat şantiyeya tunêlê ya li Haremê û li tirimbêla xwe siwar bû. Serokomar Bînalî Yildirim li kêleka Serokomar Erdogan rûnişt û Ahmet Arslanê Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê jî li paşiyê siwar bû.
Serokomar Erdogan bi wesaîtê ji Haremê ket Tunêla Avrasyayê û derbasî parzemîna Ewropayê bû û peyra cardin vegeriya Haremê.
Li şantiyeya Haremê der barê tunêlê da brîfing dan Serokomar Erdogan.
Serokomar Erdogan li vir axivî û wiha got: "Ji 29ê Cotmeha 2013an heta îro 156 milyon bi Marmarayê ji parzemîna Asyayê derbasî parzemîna Ewropayê û ji parzemîna Ewropayê derbasî parzemîna Asyayê bûn. Xeyal bû, lê bû rastî."
Erdogan axaftina xwe wiha dewam kir: "Înşaellah di demeke nêz da îhaleya Projeya Qenalistenbolê ewê bê kirin. Ji ber ku ewê Behra Reş bigihîne Behra Marmarayê zehf giring e. Ligel van hemûyan Înşaellah bihayê vê projeyê ew ê milyarek û 250 milyon be."
Serokomar Erdogan wiha peyivî: "Digel her tiştî xebatên me dewam dikin û em bi vizyona xwe ya 2023yan ber bi pêşeroja modern a Tirkiyeyê va dimeşin. Ez ji gelê xwe yê ku şeva 15ê Tîrmehê bersiv da bêbextan û yên ku me temaşe dikin bawer dikim û dibêjim. Ez bawer dikim ku wê gelê me bersiva herî baş bide kesên ku dixwazin rihê Yenîkapiyê xera bikin. Em li her derê tevî gelê xwe bersiva herî baş didin. Ez wisa bawer dikim. Niha jî dibêjim em ê di 20ê Kanûnê da înşellah dema vekirinê da (Tunêla Avrasyayê) dîsa bi hev ra bin."