İbrahim Atmaca
09 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomarê ewil ê Pergala Hikûmeta Serokomariyê Recep Tayyîp Erdogan li Lijneya Giştî ya Meclisê sond xwar.

Bi sondxwarina Serokomar Erdogan ya li Meclisê va sîstema parlamenter bi dawî bû, Sîstema Hikûmeta Serokomariyê bi awayekî fermî dest pê kir.

Serokomar Erdogan piştî merasima sondê wiha got, "Her tişt pir xweş bû li pêşiya milet. Înşelah dê ya cara din xweştir be."

Serokomarê ewil ê Sîstema Hikûmetê ya Serokomariyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku lê sond xwar, ji Meclisê derket.