12 Îlon 2016•Rojanekirin: 12 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nimêja Eyda Qurbanê li Mizgefta Daristana Fatîhê ya di nav Midûriyeta Herêmê ya Daristanê da kir.
Erdogan ber destê sibehê tevî neviyên xwe Omer Tayyîp Erdogan û Ahmet Akif Albayrak ji Qesra Huberê ya li Tarabyayê derket û hatin Mizgefta Daristana Fatîhê.
Bîlal Erdogan û Waliyê Stenbolê Vasip Şahîn jî bi Erdogan ra hatin mizgeftê.
Serokomar Erdogan piştî nimêjê eyda welatiyan pîroz û bimbarek kir.