Abdullah Tel
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo sersaxiyê têlefonê malbata civaknas û pisporê siyasetê Prof. Dr. Şerîf Mardînê duh êvarê li nexweşxaneyê dinya xwe guherî, kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên serokomariyê hatin hildan Serokomar Erdogan ji bo sersaxiyê ji ser têlefonê bi Osman Mardînê kurê Mardîn ra xeber da û sersaxî da wî.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da ragihand ku li ber mirina Mardîn ket û got ku bila malbata wî, nas û dostên wî û civata zanîngehê sax bin.
Erdogan destnîşan kir ku zilamekî zana ji nav civata zanistê koç kir lê Mardîn bi berhemên li pey xwe hişt va wê her tim bê bibîranîn.
Osman Mardîn jî ji Serokomar Erdogan ra spas kir û saxiya wî xwest.