Nihat Kavşut
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2017
MUŞ
Tîma Basketbolê ya Astengdaran ya Mûşê ku di Lîga 1emîn ya Basketbolê ya Sendeliyên Biteker da dilîze piştî li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji wan ra 10 sendeliyên biteker hatin şandin dest bi antremanên xwe kir.
Sala par Bedrî Korkmazê serokê kilûbê bi wesîleya "Roja Astengdaran ya Dinyayê" ji bona Kuliyeya Serokomariyê tê vexwendin û li vir daxwaza xwe radigihîne Serokomar Erdogan.
Li ser telîmata Erdogan wezîfedar hatin Mûşê û li gor hewcedariyê sendeliyên biteker sipariş kirin.
Basketbolvanên ji wan ra sendeliyên biteker hatin peydakirin dest bi atremanên xwe kirin.
Bedrî Korkmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir 16 sal in basketbolê dilîzin.
Korkmaz destnîşan kir bi salan e hewl didin lê tu alîkarî hilnedane û wiha got: "Sala par dema ez çûm Kuliyeya Serokomariyê min qala kêmasiyan kir. Piştî em vegeriyan Serokomar telîmat da û wezîfedarn li gor hewcedariyê sipariş dan. Em sipasiya Serokomar dikin."