Sevim Hatun
10 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Dewleta me bi biryar e ku bi milet û saziyên xwe ra mil bi mil li hemberî rêxistina terorê têbikoşe. Ji hêza mirovan bigire heta hêza teknolojiyê ji bo têkbirina terorê çi hewce dike em dikin. Em ê hêza êrîşê ya rêxistina terorê nehêlin. Ji bo hebûna milet û dewleta xwe, em bi biryar in ku li welêt û derveyî welêt di qada siyasî, dîplomasî, eskerî da çi tedbîr hewce dikin bigirin. Bedêlên ku em ji bo hizûr, ewlehî û pêşeroja zarokên xwe didin ez bawer im ewê badil hewa neçin."
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan êrîşa li ber Qereqola Cendirmeyan a Durakê ya ku li ser rêya Şemdînlî û Yuksekovayê ku di encamê da 10 esker û 8 sivîl şehîd ketin, 27 kes jî birîndar bûn, şermezar kir.
Serokomar Erdogan di daxuyaniyê da wiha got:
"Tê dîtin ku PKKya rêxistina terorê ya cihêxwaz ku ji hemû nirxên însanî û ehlakî dûr e, hewl dide ku êrîşên xwe bêyî navber bidomîne. Li Enqereyê hewl dan ku çalakiya xwekujiyêli dar bixin, çalakvan hatin berterefkirin. Li stenbolê bûn sedema birîndarbûna 10 welatiyên me. Li Şemdînliyê êrîşek din hat li dar xistin."
-Gelê herêmê dijî rêxistina terorê ye
Erdogan got ku rêxistina terorê ya cihêxwaz par dest bi çalakiya çelan kir, piştî vê çalakiyê gelê herêmê ewan tecrît kir, li ser tecrîtkirinê wekî FETO û DAEŞê hewl da ku xwînê birijîne, miletê bikuje, êrîşan bike û bi vî awayî hebûna xwe îsbat bike.
-Em bi biryar in ku tedbîran hildin
Serokomar Erdogan got ku wekî êrîşa li Şemdînliyê mixabin rê li ber hin êrîşan nayê girtin û wiha dewam kir:
"Dewleta me bi biryar e ku bi milet û saziyên xwe ra mil bi mil li hemberî rêxistina terorê têbikoşe. Ji hêza mirovan bigire heta hêza teknolojiyê ji bo têkbirina terorê çi hewce dike em dikin. Em ê hêza êrîşê ya rêxistina terorê nehêlin. Ji bo hebûna milet û dewleta xwe, em bi biryar in ku li welêt û derveyî welêt di qada siyasî, dîplomasî, eskerî da çi tedbîr hewce dikin em bigirin. Bedêlên ku em ji bo hizûr, ewlehî û pêşeroja zarokên xwe didin ez bawer im ewê badil hewa neçin."