16 Îlon 2016•Rojanekirin: 17 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji ber wefata hunermendê sînemayê Tarik Akan peyama sersaxiyê da malbat, heval û hogirên wî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin hildan Serokwezîr Yildirim di peyama xwe da wiha got: "Ez wefata Tarik Akanê ku ji nav kesên girîng ên sînemaya Tirkiyeyê da ye bi xemgînî hînbûm. Xwedê rehma xwe li Tarik Akan bike û serê malbata wî ya dilzar û civaka hunerê sax be."