12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2016
TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Binalî Yildirim di civîna koma meclisê ya partiya xwe da axivî û mijarên di rojevê da nirxand.
Yildirim got ku piştî êrîşa terorî ya li ser Balafirgeha Atatirkê hin spekulasyon hatin kirin û wiha dewam kir: "Hin kesan digot 'Tirkiye êdî mehf bû. Êdî turîzm wê biqede. Tirkiye nikare careke din bi ser xwe da bê'. Ew kesên ku vî welatî û vî miletî nas nakin careke din şaş kirin. Li Balafirgeha Atatirkê di roja dawîn a eydê da di dîroka komarê da reqora daketin û rabûnê ya balafiran pêk hat."
- "Armanca sifir qezaye"
Qezayên trafîkê yên ku di seranserê tetîla Eyda Remezanê da qewimîn jî di rojeva Serokwezîr da cih girt û ji bo qezayan jî got: "Ew hedefa ku qet qeza neqewimin û YEyê ji xwe re kifş kiriye armanc û hedefa me ye jî. Ji bo vê jî di destpêka sala perwerdehiyê da di serî da dibistan li seranserê welêt di mijara ewlehiya can û mal da em dest bi seferberiyê dikin."
Serokwezîr Yildirim 21emîn salvegera qirkirina li Bosnayê qewimîbû jî bibîr xist û ragihand ku hêzên NYyê yên hatibûn wezifedarkirin bi tenê li bûyeran mêze kirin, ew dewletên rojavayî yên ku hêzên wan li wê derê bûn û rê li qirkirinê negirtin û radibin ji Tirkiyeyê ra gotina dibêjin rexne kir û wiha dewam kir: "NYyê îmzeya xwe avêt bin şermezariyeke mirovahiyê. Li wê derê lazim bû ku miletê mesûm biparêzin lê mixabin wan bi tenê li qirkirinan temaşe kir."
Yildirim destnîşan kir ku di eydê da rê û balafirgehên çar aliyê welêt tije bûn û got: "Lewra rojên Eyda Remezanê hatin zêdekirin û tetîl bû 9 roj. Bi vî awayî turîzma navwelêt jî pêş va çû. Kêmasiyên ji ber turîzma der pêk hatin bi vê me çareser kir."
Serokwezîr got ku wek Eyda Remezanê, di Eyda Qurbanê da jî wê 9 roj tetîl be û ew yek wê bi kêrî turîzm û aboriya welêt bê.