25 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Dolmabaxçeyê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Xalid Meşal qebûl kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hatin sitandin, Serokwezîr Yildirim li Ofêsa Xebatê ya Serokwezîriyê ya li Dolmabaxçeyê Meşal û heyeta bi wî ra qebûl kir û hevdîtinê qasî saetekê dewam kir.
Di hevdîtinê da li ser piştgiriya ku Tirkiye dide doza Filistînê û mijarên di navbera filistîniyan da axivîn.
Meşal ji bo piştgiriya ku dide Filistînê ji Serokwezîr Yildirim û hikûmeta wî ra sipas kir.