25 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
MARDÎN
Welatî û esnafên li Omerliya navçeya Mêrdînê bertek nîşanî êrîşa ku mensûbên PKKya rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî bir ser Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê, da.
Di 23ê hezîranê da mensûbên PKKyê bi wesayîta bombebarkirî va êrîş bir ser Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Omerliyê ku li ser rêya Omerlî Midyadê ye. Di êrîşê da şofêrê tirekê mir û 16 kes jî birîndar bûbûn. Welatiyên ku ji ber teqînê mal û dikanên wan zirar dîtin jî bo temîrkirin û paqijkirina derdora xwa dixebitin.
Welatî û esnafên li navçeyê rûdinên bertek nîşanî PKKê didin û alayên Tirkiyeyê bi dikan û malên xwe da daliqandin.
- "Em êdî naxwazin li navçeya me tiştên wiha biqewimin"
Nîzamettîn Uzunkayayê ku bi armanca bertek nîşanî PKKê dide û bi dikana xwe va ala daliqandiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew êrîşê şermezar dikin û wiha pê da çû: "Em êdî naxwazin tiştên wiha li navçeya me biqewimin. Înşeallah ev dawîn be. Hin zarokên ku di êrîşê da birîndar bûn jî hebûn. Xwedê şîfayê bide wan. Em vê êrîşê şermezar dikin û ji bo lenet li terorê bînin tevlî hevalên esnaf me ala bi dikanên xwe va kirin.
- "Esker zarokên me ne"
Hayrettin Turgut jî destnîşan kir ew li wî bajarê wan ê ku ji her reng, bawerî û zimanî kes hene, bûyerên terorê naxwazin û wiha dewam kir: "Em dixwazin em bi biratî bijîn, dema em diçin rojava bila serê me bilind be."
Orhan Omerê bertek nîşanî terorê da jî got ku esker zarokên wan in, êrîş li gor mirovahiyê nîne û nifir li kesên êrîşê li dar xistine kir.
Hidir Dagê li navçeyê jî ragihand ku kesên piştgiriya terorê dikin nemerd in, bêbext in û xayînê welatê xwe ne.