29 Hezîran 2016•Rojanekirin: 30 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîriyê diyar kir ku li ser xatirê kesên di êrîşa terorî ya li Balafirgeha Atatirkê de can dan ji bo rojekê şîna neteweyî îlan kir.
Serokwezîriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku ji ber êş û kedera kesên di êrîşa terorî ya li Balafirgeha Atatirkê can dan ji bo rojekê şîna neteweyî hat îlankirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor biryarê li seranserê welêt û nûnertiyên derveyî welêt îro hemû ala wê heta nêvî bên daxistin.