İbrahim Atmaca
01 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê yê berê George Herbert Walker Bush di 94 saliya xwe da li Teksasê mir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokê 43yem ê Amerîkayê George W. Bush hat dayîn, Serokê Amerîkayê yê 41em Bush mir.
Hat gotin ku Bush demek bû tedawî dibû û li bajarê Houstonê yê eyaleta Teksasê mir.
Bush di navbera salên 1989-1993yan da li Qesra Spî bû, bi taybetî dawiya Yekîtiya Sovyetan wezîfe kir.