Abdullah Tel
13 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
WASHINGTON
Mike Pompeo yê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ew wek namzedê Wezîriya Karên Derva yê Amerîkayê nîşan da û diyar kir ku li Sûriyeyê hedef "avakirina heyameke piştî çûyîna (Beşar) Esed e."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê berê Rex Tîllerson piştî ku dev ji wezîfeyê berda Trump jî Serokê berê yê Daîreya Îstixbarata Navendî (CIA) Pompeo ji bo heman wezîfeyê wekî namzed nîşanda.
Namzedê Trump li Komîteya Têkiliyên Derva ya Senatoyê pirs bersivandin.
Pompeo der barê mijara Sûriyeyê da nexwest zêde şîroveyan bike û got ku li Sûriyeyê hedef avakirina heyameke piştî çûyîna Esed e û wiha pê da çû: "Armanceke din jî ew e ku lazime em bi rêya dîplomatîk îstiqrareke çêtir bi cih bikin û dawiyê li tundiyê bînin. Bi saya vê jî wê gelê Sûriyeyê bikaribe xwe bi xwe birêva bibe."
Namzedê nû Sûriye wek "Dewleta biserneketî" bi nav kir û got ku Sûriye ji bo mafê mirovan, îstiqrara herêmê û ewlehiya netewî ya Amerîkayê tehdîd e.