23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu sersaxî da xizm û eqrebayên 54 kesên ku di êrîşa terorê ya li Gazîentabê dijî şeva heneyê qewimî da, hatin kuştin.
Kiliçdaroglu bi Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîantepê Fatma Şahîn û hin parlementeran ra Komeleya Pişgirî û Piştevaniyê ya Perwarîyiyan a li navçeya Şahînbeyê ziyaret kir. Kiliçdaroglu sersaxî da malbatên ji ber terorê mexdûr bûne û li cihê şînê qederekê bi Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Abdulhamît Gul ra sohbet kir.
Serokê Giştî yê CHPê ji wir jî derbasî bal malbatên ku li Tesîsa Civakî ya Beybahçeya Şaredariya Şahînbeyê ya li heman taxê şîna xwe radikin û ji wir jî derbasî cihê êrîşa terorî lê hat kirin bû.
Kiliçdaroglu di kuçeya teqîn lê qewimî da ji rayedaran agahî hilda.