18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
VAN
Serokê Şaredariya Mezin a Wanê Bekir Kayayê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatibû binçavkirin, hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin miameleyên Kaya û 4 rayedarên şaredariyê yên ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve tê kirin de hatin binçavkirin ên li ewlehiyê hatin temamkirin.
Kaya û 4 gumanbar derxistin Serdozgeriya Komarê ya Wanê. Serdozgeriyê Şaredar Bekir Kaya û Mîmara Peyzajê Zelal Tanli ji bo girtinê sewqî dadgehê kirin.
Kaya û Tanli ji aliyê Dadgeha Cizayê Sulh a Nobedar va bi sedema "Bi zanatî arîkariya PKKya rêxistina terorê kirin"ê hatin girtin.
Gumanbarên din jî bi şertê bi kontrola edlî hatin berdan.