Abdullah Tel
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ŞIRNAK
Serokwezîr Bînalî Yildirim wê di çarçoveya xebatên hilbijartinê da îro derbasî Şirnexê bibe û şêniyên bajêr jî bi kelecanî li benda Serokwezîr in.
Ji bo Yildirim ê ku wê îro derbasî bajêr bibe û xîtabî gel bike li Taxa Ataturkê ser Kolana Sêrtê platform hat avakirin.
Serokê Bajêr ê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Erkanê hemû kar û xebatên ji bo pêşwazîkirina Serokwezîr Yildirim ku li bajêr hatin kirin ji nêz va şopand jî got ku hemû amadehiyên wan çûn serî û wiha pê da çû: "Em ji bo pêşwazîkirina Serokwezîrê dawîn ê Komara Tirkiyeyê amade ne. Amadehiyên divê me çend roj beriya niha bikira, temam in. Emê bi coşeke mezin Serokwezîrê xwe pêşwazî bikin. Em wisa bawer dikin ku ezimandina mezinên dewletê wê bi bereket be."
Ji şêniyên bajêr Tahsîn Uluer jî diyar kir ku ji ber hatina Serokwezîr Yildirim ew kêf xweş û bi kelecan in û wiha dewam kir: "Bi serdana Serokwezîr bajêr zêdetir wê pêşbikeve. Şirnex di bûyerên terorê da rastî bobelateke mezin hat. Piraniya bajêr xera bû lê dewleta me va hûn jî dibînin di şûna wê da ya herî baş avakir û vê jî hikûmeta AK Partiyê kir. Em ji ber vê yekê gelek kêf xweş in."