İbrahim Atmaca
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
ERZURUM
Ji bo Rojhilata Anadoluyê hişyariya tavî û teyrokê hat dayîn.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li gor texmînê li herêmê hewa wê pir ewrayî be û tavî û teyrok wê çêbibe.
Tê payîn ku ji danê nîvro heta êvarê baran bibare.
Germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qers û Erziromê 10, li Agiriyê 12, li Erdexanê 11, li Tuncelî û Erzincanê 14 û li Îdirê 18 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava roja germa hewayê jî wê li Tunceliyê 25, li Erzincanê 24, li Îdirê 26, li Agiriyê 21, li Erziromê 18, li Qers û Erdexanê 17 pile be.
Li herêmê di nav 24 saetên dawîn da serê mêtreqereyê li Erziromê 11,08, li Erdexanê 4,6, li Erzincanê 3,2, li Agiriyê 0,5, li Qersê 0,4 kîlo baran barî.
Ji ber ku li giştiyê herêmê serê sibê heta êvarê baran wê bibare û cî bi cî tavî û teyrokê çêbibe, rayedaran welatî hişyar kirin.