12 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
MUŞ
Rûsipiyên eşîrên li Mûşê bertek nîşanî êrîşên PKKya rêxistina terorê dan ku di rojên dawîn da li herêmê dike û siyasetmedaran dikuje.
Rûsipiyên herêmê diyar dikin ku di heyamên dawîn da lîstikên mezin tên lîstin û gotin ku rêxistin êrîşî derdorên mixalif dike.
Cengiz Koçê ji eşîra Welikan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku PKKya rêxistina terorê di rojên dawîn da êrîşên xwe yên li dijî siyasetmedar û sivîlan zêde kiriye.
Koç got ku bûyerên terorê yên li herêmê zêde dibe û wiha axivî: "Di çarçoveya teamulên demokratîk siyaset nayê kirin. Herêma ku muxalifên li dijî xwe dikuje nikare aram bibe. Di civakê de dibe ku nêrînên cuda hebin, lê çi dibe bila bibe divê mirov tehamulê hevdu bikin."
Koç anî ziman ku dayik û bavên vî herêmî pir êşê dikşinîn û wiha dewam kir: "Ev welat bi nijadên cuda ve rengîn e. Gelê herêmê berdêlên mezin dan. PKK û FETO bi hevkariya hêzên emparyalîst ve dixwazin welatê me yê xweş bikin cihekî ku mirov nikare lê bijî. Welatên li der û dora me bûye agir. Divê mirov vê bibîne û destûrê nede rêxistinên terorê. Çawa ku di 15ê tîrmehê de welatî bûn yek û li hember derbeyê sekinin, li hember rêxistinên terorê jî divê bisekinin."
- "Li ser kurdan dek û dolab tên gerandin"
Ji pêşengên eşîra Sasonê Hamît Daşdemir jî got ku li ser kurdan dek û dolab tên gerandin û ew êrîşên ku PKK dike û siyasiyan dike hedef bi tundî şermezar dikin.
Daşdemir mirovên ku dîn, kitêb û Rebbê wan yek e, berdidin hevdu û wiha dewam kir:
"Ev rêxistina terorê xort û zarokan dixapîne dike defikeke mezin û dibe sedema birakujiyê. Dikevin malên mirovên bêsûc û guneh, li ber çavên jin û zarên wan ji bona fikra wan ya siyasî wan dikujin. Em vê bi tundî şermezar û lenet dikin."
- "Welatekî me yê din tune"
Rûsipiyekî eşîra Xiyan, Şêxmûz Solgun got ku rêxistina terorê PKK însanên ku wekî wê nahizirin, dike hedefa xwe û bi vî awayî rûyê xwe yê qirêj nîşan dide.
Solgun bal kişand ku Tirkiye welatekî azad e û divê rêz bona her hizreke siyasî bête girtin û wiha pê da çû:
"Herkes dikare li her dereke ku dixwaze lê siyasetê bike. Revandin, desterserkirin û kuştina siyasetmedaran karên mirovane nînin. Bi zora çekê û bi zordestiyê zêdekirina peyrevan, tiştekî çiqas demokratîk e? Em timî li dijî zordestî û wehşetê ne. Welatekî me yê din tune. Em divê xwedî li vî welatî derkevin."
- "Dibê li ser encama vî bifikirin"
Aydin Oncelê ji rûsipiyên eşîra zazayan jî diyar kir ku êrîşên PKKyê tu carî nayên qebûlkirin û wiha axivî: "Bi zorbedarî û kuştinê nikarin bigihêjin tu ciyekî. Em van êrîşan şermezar dikin. Em li dijî hemû cureyên terorê ne. Heke hin kesên ku dixwazin têkoşîna tiştekî bidin dibê derkevin rasta siyasetê û têkoşîna xwe bidin. Mirina kesekî feydayê nade kesê din."
Ferît Yalçinê ji eşîra Bidriyan got bi tenê li dijî êrîşên ser siyasetmedaran na, li dijî êrîşên li ser sivîl û hêzên elekariyê jî derdikevin û wiha pê da çû:
"Dibê li ser encama vî karî bisekinin. Heke sivîl û siyasetmedarên li herêmê bikujin sibe dusibe ku rewşa aştiyê bê kurdê kujerê xwe ji bîr nekin. Rewş vegerandin dewa xunê û bêhizûriyên din jî derkevin."