20 Tebax 2017•Rojanekirin: 21 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Ez ji we dipirsim kibr û xwe mezin dîtin li me tê? Mezinahî li Xwedê tê, lê li me nayê. Çi bi me hatiye ku em xwe mezin dibînin. Çi ji me tê ku em hewl didin ji meqaman hêzê hildin. Siyasetmedarê baş ew e ku ji meqaman hêzê nagre, hêzê li ser meqaman zêde dike. Divê em vê wisa bizanibin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Di hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin da, ez ê qala kusuratan nekim, ji sedî 48an va me hilbijartina şaredariyê qezenc kir. Pişt ra di dengdayîna gel da weke ku tê zanîn ji Stenbolê ji sedî 48,65ê deng hat dayîn. Em naxwazin Stenbolê wiha bibînin. Dema ku Stenbol dikeve bin nîvendiya Tirkiyeyê, em pê xemgîn dibin. Divê Stenbol nekeve bin nîvendiya Tirkiyeyê, divê ji nîvendiyê zêdetir be. Heke ku jê zêdetir be, gelek tişt wê biguherin."
Serokomar Erdogan: "Em xwe çiqasî nû bikin, emê siyaset, aborî, polîtîkaya derva, ewlehî û veberhênanên welatê xwe jî ewqas pêşva bibin. Em nobeta xwe ya xizmetê ya ku pêşbirka alayê ye li Stenbolê bi hevalên xwe yên nû va hê xurttir didomînin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Car caran em dibin şahid ku di nav raya giştî da, li ser medyayê di nav partiya me da nîqaşên ku em teqez hez jê nakin û qebûl nakin, dertên. Bi giştî li ser hesabên medyaya civakî an jî bi hin qunciknivîsan va ev nîqaş dest pê dikin. Wisa tê fêmkirin ku di van nîqaşan da hinek li ser navê min hikûm didin, rê didin ber mirovan. Ez ji vê derê cardin bi eşkere dibêjim; heke ku ez bixwazim bi miletê xwe, partiya xwe ra fikrekî, teklîfekî, hesteke xwe parve bikim, rê û rêbaz diyar in. Pêdiviya min pê tuneye ku tu kes li ser navê min rê bide ber mirovan. Heke hewce bike, ez bi xwe dikarim rê bidim ber mirovan. Bira ev wiha were zanîn."