03 Mijdar 2018•Rojanekirin: 03 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Sonda me Sirûda Neteweyî ye û em bi Sirûda Neteweyî di rêya xwe da dimeşin."
"Em dikarin di bin banê lijneyeke polîtîkayê da avakirina komeke xebatê ya der barê ciwanan da hildin rojeva xwe."
"Divê em ne bi hişmendiyeke ku li paş ciwanan dimîne, bi hişmendiyeke ku rê li ber wan vedike û hedefan nîşan dide xebatên xwe bimeşînin."
"Em naxwazin sînorên xeyalên ciwanan bi qedexeyan asteng bikin, em dixwazin sînorên xeyalên wan berfirehtir bikin."
"Hemd ji Xwedê ra niha li temamiya 81 bajarên me zanîngeh hene. Niha jî divê em kalîteyê zêde bikin û di nav vê hewldanê da bin."
"Berpirsiyariya sereke ya me hemûyan ew e ku zemîneke wisa ava bikin ku ciwanên me nekevin nav lepên teror, tundî, hişbir û nîhîlîzmê."
"Em ê Qişleya Ramiyê bikin pirtûkxaneya herî mezin ya Tirkiyeyê."
"Di sala 2002an da 9 navendên ciwanan hebûn, îro ev jimar 286 e. Hezar û 575 tesîsên sporê hebûn û ev jimar niha 3 hezar û 567 e."
"Em tenê bi gotinê nabêjin ku 'Ciwan siberoja me ne.' Ji bona ciwanên me li ser bingeheke baş pêşva herin û zana bin jî em bi hemû hêza xwe dixebitin."
"Em ê firsendê nedin ku hin kes ji bona berjewendiyên xwe yên siyasî ciwanên vî welatî bikşînin nav şer."
"Piştî biryara Dadgeha Şêwrê tiştên ku qewimîn biryardariya me ya di vê mijarê da zêdetir kir."
"(Sonda xwendekaran) Gorî qinaeta min ev biryar bi niyeteke baş nehatiye hildan û hin derdoran vê biryarê ji bo îdeolojiya xwe dijî demokrasiyê wek ronî qebûl kirin."
"Zilamên qerase cilên xwendekaran yên reş li xwe kirin, bi heman awayî jinên pîr bi ezbere xwe ya nîvco hewl dan ku sonda xwendekaran bixwînin û xwe rezîlê alemê kirin. Gorî qinaeta min bûyerên wiha ku meriv jê şerm dike mijara siyasetê nînin, mijara psîkiyatriyê ne."
"Hijmendiya CHPyê van tiştan nekir? Mesela li Surîçiya Fatîhê bi sedan mescid girtin û kirin tewle."
"Her tiştî îstismar dikin, lê di dîroka wan da wekî Balafirgeha Stenbolê, Tunêla Avrasyayê, Marmaray û Pireya Yavuz Sultan Selim ku ji bona gelê me berhemên îftixarê ne, tunene."