Türkan Tosun
05 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
MUGLA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got: "Heke hûn hê jî bûyerên piştî 7ê hezîranê yên ku ji ber encamên HDPyê bi dest xist qewimîn nabînin û wek CHP hûn li vî welatî piştgiriyê didin HDPya berdevkê PKKyê, vê bizanibin ku sibê ji ber bûyerên wê biqewimin, berpirsyar Kiliçdaroglu ye."
Wezîr Soylu li Navenda Çanda Ataturkê ya Zanîngeha Mugla Sitki Koçmanê bi nunerên saziyên civakî yên sivîl û welatiyan re hat bal hev.
Soylu li wir axivî û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî rexne kir.
Soylu bangî CHPyiyan kir û wiha got: "Ez bi eşkere bangî mensubên CHPyê dikim. Kiliçdarogluyê ku bi salan e di hilbijartinan de têk diçe, we sewqî şaşiyan dike, welêt sewqî şaşiyan dike. Nehêlin ew vê şaşiyê bike. Heke hûn dixwazin Tirkiye bila bibe welatekî biîstiqrar, heke hûn dixwazin ev welêt bila bi tevahî bigihîje serxwebûnê, heke hûn dixwazin bila ev alaya hîv û bistêrk li her aliyê welêt biheje, guh nedin Kiliçdarogluyê ku hişê wî hema di qoltixa wî de maye. Heke hûn hê jî bûyerên piştî 7ê hezîranê yên ku ji ber encamên HDPyê bi dest xist qewimîn nabînin û wek CHP hûn li vî welatî piştgiriyê didin HDPya berdevkê PKKyê, vê bizanibin ku sibê ji ber bûyerên wê biqewimin, berpirsiyar Kiliçdaroglu ye."