Sevim Hatun
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
ANKARA
Di nûçeya ji ser malpera Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê hat belavkirin de hat gotin ku Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) bi Teleskopa Fezayê ya Keplerê li ser 50 hezar stêrkan lêkolîn kir û 80 gerstêrkên li dervayî Sîstema Rojê kifş kirin.
Ji gerstêrkan a herî zêde dibiriqe ew e ku di rêgeha stêrka bi navê HD 73344 da digere. Tê gotin ku mezinahiya vê gerstêrkê 2 qat û nîvekî ji dinyayê mezintir e.
Encamên lêkolînê di kovara "The Astronomical Journal"ê da hatin weşandin.