Haydar Şahin
24 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
ANKARA
Îbrahîm el Mûsayê 108 salî yê ku li kampa hêviyê ya Hîva Sor a Tirkiyeyê li Îdlibê avakiribû dimîne got Xwedê miyeser bike heke şerê li Sûriyeyê xilas bibe û vegere mal û warê xwe û daxwaza wî bi tenê ew e ku li axa xwe bimre û were binaxkirin.
Mûsa ji bernameya TRT Xeberê ya bi navê "Koça Dawîn, Mixacirê 100 Salî" ra axivî û diyar kir ku ji Zerzura herêma Sûriyeyê hat vê derê, di zaroktiya wî da malbata wî bi cotkariyê ra eleqedar dibû, ji bo ku rewşa wan xirab nebe Împaratoriya Osmaniyan ji wê derê esker jî hilnedida.
Mûsayê li kampa hêviyê ya Hîva Sor a Tirkiyeyê li Îdlibê avakiribû dimîne ji hesreteke mezin qala heyama Osmaniyan kir.
Mûsa wiha axivî: "Em berê li ser erdê Împaratoriya Osmaniyan bûn. Di dema Siltan Ebdilhemîd Xan da jiyan. Di dema Osmaniyan da em bi îzet û îkramê dijîn. Dema mala me hat bombekirin me ciyekî ewledar pirsî û hatin kampa hêviyê ya Hîva Sor a Tirkiyeyê li Îdlibê ava kiriye. Em şikur dikin û sipas dikin. Xwedê miyeser bike û şer xilas bibe jî daxwaza me ew e ku vegerin erdên xwe."
- "Dema bombe ket ez ji mala xwe revîm"
Mûsa qala jiyana xwe ya 108 salan kir û got ku li erdên Sûriyeyê hêm şahî hem jî êş û jan dît. Mûsa dixaftina xwe da qala şerê mezin ê li dijî Fransa û Îngiltereyê hat dayîn jî kir.
Mûsa got wê çaxê têkoşîneke mezin da lêbelê Îngilîz û Fransiyên dijmin jî wê çaxê li mizgeftan nexistin.
Mûsa got hêzên Esed êrîşî mizgeftê kirin û ji bo wî û malbata wî koçê dest pê kir û wiha pê da çû:
"Dema bombe ket ez ji mala xwe revîm. Ez 75 mêtre dûrî mala xwe bûm, rûniştim û min temaşa kir. Pêşiyê li mizgeftê xistin paşê êrîşî malan kirin. Bi 4-5 bombeyan 25 xanî bûn xirabe. Jin û qîz hatin kuştin, di navbera me da 8 mêtre hebû. Zarokekî min birîndar bû. Di wê hengameyê da me hawara yên di hundir da bihîst. Hê teyare neçûbûn. Kurê min revî ku aliyê cînaran bike, lingê wî şikest. Hin kes mirin, 4 jin û 4 qîz. Min gişt dîtin."
- "Xwedê Hîva Sor û alîgirên wê mihefeze bike"
Mûsa got ku li kmpa hêviyê ya Hîva Sor a Tirkiyeyê li sînor ava kir bi kêfxweşî dijî û wiha axivî: "Dema em li wê derê bûn kêfxweşbûn. Me carê mêze kir teyare bombeyan dibarînin. Ciyekî me yê ku em herinê tunebû. Em hatin vê derê, kon heye, av heye, rê û rêzik hene. Tu tişt hêviya me nehîştin. Amûr û nivîn dan me. Xwedê Hîva Sor û alîgirên wê mihefeze bike. Em şikur dikin û sipas dikin."