Ahmet Aydın
13 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
ANKARA (AA) - Wezîrê Tenduristiyê Muezzinoglu, destnîşan kir ku di êrîşa terorê ya li Enqereyê da, 30 ji wan li cihê bûyerê, 7 ji wan li nexweşxaneyan bi giştî 37 kes mirin û got, "Bi kêmahî kesek ji wan her 3 kesan, muhtemelen 2 ji wan kesên ku li cihê bûyerê mirin, dibe ku yên wan kesan bin ku êrîşa terorê li dar xistine."
Muezzinoglu got, "Heta nuha di nexweşxaneyên me da 125 nexweş tên dermankirin. 19 ji wan rewşa wan di metirsiyê da ye. 7 ji wan di emeliyetê da ne. Yên ku mayîne jî wextî pêvajoya kontrola wan temam bibe û piraniya wan wê karibin vegerin malên xwe."
Ala: Nîşaneyên giring hatin bidestxistin
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala ragihand, "Li Enqereyê, li Meydana Kizilayê di nava welatiyên sivîl da, bi wesayitekê bombebarkirî, êrîşeke terorê hat lidarxistin. Em bi tevahî vê êrîşê lanet dikin. Em dîsan dibêjin, wê teror tucarî negihije armanca xwe. Ev millet li dijî gelek pirsgirêkan serketiye. Êrîşên bi vî şiklî wê tucarî nikarîbe bibiryabûna vî gelî ji holê rake."
Ala herwiha got, "Di encama vê êrîşê da, di lêkolînên heta nuha da, nîşaneyên giring hatine bidestxistin. Lê belê bi teqez, rêxistina ku kiriye, piştî xilasbûna lêkolîn û lêpirsînan û komkirina belge û nîşaneyan, wê bê ragihandin. Ez di wê qenaetê da me, wê sibehê bigihine encam û bê eşkerekirin."
Serokomar agahî ji Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala sitendin
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, piştî teqîna li Kizilaya Enqerê, ji rayedaran der barê teqînê de agahî hilda.
Li gor çavkaniyên Serokomariyê, Serokomar Erdogan, piştî teqîna li Guven Parkê bi telefonê Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala re axivî û ji wî agahî hilda.
Hat gotin ku dema teqîn çêbû Erdogan li Navenda Kongreya Halîçê bû û telefonî Wezîrê Karên Navxweyî Ala kir û der barê bûyerê de agahî hilda.
Bi seroktiya Davutoglu civîna ewlekariyê hat lidarxistin
Ji aliyekî din va bi seroktiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu, bi beşdarbûna wezîrên eleqedar û burokrasiyên ewlekariyê civînek hat lidarxistin.
Civîna ku li Mala Fermî ya Serokwezîrtiyê hat lidarxistin nêzîka seat û nîvekê ajot.
- "Wê pişta terorê bê şikandin"
Serokomar Recep Tayyip Erdogan der heqê êrîşê da wiha got: "Bila dilê welatiyên me rehet be. Dewleta me bi hemî saziyên xwe, bi hevkariya gelê me, wê di têkoşîna dijî terorê da bi teqez serkeve. Wê pişta terorê bê şikandin. "Dewleta me, li dijî hemî cûreyê terorê, wê tucarî dev ji bikaranîna mafê xwe yê rewayê bergiriyê bernede. Bi esker, polês û parêzvanê gundan, hemî hêzên me yên ewlekariyê, li dijî rêxistinên terorê têkoşînekê bibiryar dikin."