05 Hezîran 2016•Rojanekirin: 06 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê di 3yê adarê da kuta bûn. Terorîst Deniz Ayê (20) bi kodnavê "Azad" di 3yê adarê da teslîmî hêzên ewlehiyê bû û Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der heqê wî da îdianame amade kir û 5emîn Dadgeha Cezayê Giran îdianame qebûl kir.
Ji bo Deniz A. ji 7 sal 6 mehan heta 15 salan cezayê hebsê tê xwestin. Deniz A. li ewlhiyê wêneyên terorîstan teşxîs kir û li ser bûyera kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî jî sekinî.
Li emniyetê wêneya Ugur Yakişirê bi kodnavê "Hakki" û Mahsûm Gurkanê bi kodnavê "Bahoz" nîşan dan û Deniz A. got ku Yakişir û Gurkan piştî ku polês Ahmet Çîftaslan û Cengiz Erdur şehît kirin, revîn kolana ku daxuyaniya çapemeniyê lê dihat dayîn.
- "Kuştina Elçî ji bo provakasyonê ye"
Denîz A got ku kuştina Elçî ji hêla rêxistina terorê ve, ji bo provakasyonê hatiye kirin.
Denîz A destnîşan kir ku terorîstê bi navê wî yê kod "Şenda" ji wî re wiha gotiye: "Ev kuştin wê wisa bê zanîn ku polêsan ew kuştiye."
Denîz A. got ku terorîst Yakişir û Gurkan ji bo ku Elçî bikujin çûne herêmê û wiha îfadeya xwe da: "Dema ku polêsan ew dîtin, wan gule berdan û ketin kolana ku Elçî lê ye û ew kuştin. Min dîmênên bûyerê da endamê rêxistinê yê bi navê wî yê kod "Şenda" yê. Wî jî ev dîmen li ser înternetê şande endamekî din ê rêxistinê. Min gelek caran dîmen temaşe kirin. Min him bi çavên xwe dît ku Yakişirê bi navê kod "Hakki" Elçî kuşt û him jî min di dîmenên kamerayê de temaşe kir."