27 Gulan 2016•Rojanekirin: 28 Gulan 2016
ANKARA
Di dîmenên operasyonên ku li herêmê dewam dikin yên ku hêzên ewlekariyê parve kirin da axaftinên terorîstan rewşa ku rêxistin tê da ye nîşan dide.
Terorîstê ku dibêje li malbata xwe hêrs ketiye û ji bo vê tevlî rêxistinê bûye wiha diaxiwe: "Bi hêrsê meriv tiştekê bi dest naxe di ser da dikeve zirarê jî. Ez pêşiyê ji gelê tirk lêborînê dixwazim. Me mezintiya dewletê dît. Me dît ku bi rastî dewlet aştîxwaz e û PKK rêxistina terorê ye. Dema ku xwestin em dînê xwe biguherînin me fêhm kir ku ew kî ne. Ez poşman im, em bangî hevalan dikin bila tu carê vê rêyê tercîh nekin. Dibê me li vî welatê ku bi salan e lê bi biratî dijîn jiyana xwe bidomînin."
"PKK meriva bikar tîne û diavêje"
Terorsteke jin jî qalê kir ku şidet dîtiye ji ber vê jî ji rêxistina terorê reviyaye. Terorîstê got ku barîqat daniye ser rê ji ber ku nexwestiye çeka di destê xwe da bikar bîne avêtine bodromê, poşman e ku tevlî PKKê bûye.
Endama jin a rêxistinê destnîşan kir ku dema dixwest ji destê rêxistinê bireve gef lê dihat xwarin û got ji ber ku terka dê û bavê xwe kiriye û tevlî rêxistinê bûye poşman e.
Endamê rêxistinê yê mêr diyar kir ku bi saya dewletê xilas bûne û wiha got: "Kesên ku dewleta Tirkiyeyê ji me ra weke faşît nîşan dan, em terk kirin. Dewletê em xilas kirin. Ez bangî ciwanan jî dikim, PKK we diemilîne."
Endama jin destnîşan kir ku di nav rêxistinê da tundî û tecawiz heye û got ku pirî caran rûbirûyê vê rewşê hatiye.
Endama jin diyar kir ku gef li wê û malbata wê tê xwarin û wiha got: "Dema min dixwest bi malbata xwe ra xeber bidim, li min didan."