27 Gulan 2016•Rojanekirin: 28 Gulan 2016
AZEZ
Hat ragihandin ku DAEŞa rêxistina terorê li bajarê Helebê 14 sivîl kuştin.
Li gor agahiyên ku ji aktîvîstên herêmî hatin bidestxistin pevçûnên di navbera milîtanên DAEŞê yên ku duh şev dizîka ketin Azeza navçeya Helebê û mixalifan de berdewam dike. Di dema pevçûnên ku li bajaroka Kêl Cibrînê berdewam dikin de mensûbên rêxistina terorê eletexminî gule barandin hawirdor, hat diyarkirin ku di encama bûyerê de 14 sivîl mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
DAEŞê piştî êrîşên ku ji şeva din ve berdewam dike bajarokên Kêl Cibrîn û Kefr Kelbîn û gundên Niyara, Sindîf, Ferîziye, Tatiye û Til Huseyînê bi dest xistibû. Ji ber ku DAEŞ eletexmînî bi topên hewanê êrîşî herêmê dike nêzî 8 hezar kesên ku li konbajarên Sîcco, Niyara û Hîlalê diman cihên xwe terikandibûn û berê xwe dabûn cihên ewledartir.