Elif Orhan
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Rahênerê Galatasarayê Fatîh Terîm beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" yên Anadolu Agencyê (AA) bû û di sê kategoriyan de ji bo wêneyekî deng da.
Terîm ji bo dengdayîna "Wêneyên Salê" yên ku AA li dar dixe li wêneyên di katgeoriyên "nûçe" , "jiyan" û "werzîşê" de yên ku fotonûçegihanên AAyê li nav welêt û derveyî welêt kişand nêrî.
Rahêberê bitecrûbe di kategoriya "nûçeyan" de ji bo wêneya binavê "Sembola berxwedanê zarokê 16 salî" yê Fewzî El-Junidiyê zarokê filîstînî yê ku piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara xwe ya wekî "Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas dike" di dema bûyerên ku li El Xelîla bajarê Şerîaya Rojava qewimîn de eskerên Îsraîlê ew binçavkirin û bi çavgirtî birin û li hemû dinyayê deng da yê ku fotonûçegihanê AAyê Wîsam Hashlamoun kişand deng da.
Terîm di kategoriya "Jiyanê" de ji bo wêneyê "Turk Yildizlarê Îzmir'de' ya ku Cem Oksuz kişand deng da û di kategoriya "werzîşê" de jî ji bo wêneya "kêfxweşiya Tirkiyeyê" ya ku Abdullah Coşkun kişnadibû deng da.