Haydar Şahin
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 19 Îlon 2018
DIYARBAKIR
Li Sûra dîrokî ya navêçeya Diyarbekirê ya ku wekî dilê bajêr tê zanîn piştî 56 salan dest bi kolana arkeolojîk ya Wargeha Amîdaya 5 hezar salî kirin.
Wargeha Amîdayê ya ku ji şaristaniyên Hurrî-Mîtanî Urartu, Pers, Roma, Emewî, Ebasî, Merwanî, Selçûqî û Artûqiyan ra malxwedîtî kiriye ji bo Qesra Artûqiyan û nirxên dîrokî yên din derxin holê di seroktiya Prof. Dr. Îrfan Yildizê Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê da dest bi kolanên arkeolojîk kirin.
Prof. Dr. Yildiz der barê xebatan da agahî da û got, "Di sala 1946an da ji bo avakirina depoya avê wargeha bi navê Wêrantepe dikolin û mozaîk tên dîtin. Di sala 1962yan da kolanên arkeolojîk tên kirin û bingeha qesra di heyama (1200-1222) Melîk Salih Nasireddîn Mehmûdê Hikûmdarê Artûqiyan da hatiye çêkirin û mozaîkên ji kupên cam hatine çêkirin hatin dîtin."
Yildiz got ji ber ku herêm di nav herêma eskerî da ye û milkiyeta wê jî di dest şaredariyê da ye ji wê dîrokê hetanî nika kolan nehatin kirin û bi biryara Wezareta Çand û Turîzmê dest bi kolanan kirin.
- "Di dema fetha bajêr da 27 sahabe şehîd ketin"
Yildiz destnîşan kir ku di dema Artûqiyan da wargeh wekî navenda çand û zanistê hatiye bikaranîn, El-Ciziriyê alimê Îslamê li vê derê xebatên pêşîkêş ên sîstemên otomasyonê, sîbernetîkê û robotan da destpêkirin.
Yildiz bi bîr xist ku Kelha Hundir a wargehê ji ciyên ku Mislimantiyê lê destpêkiriye ên ewil e, di dema fetha bajêr da 27 sahabe şehîd ketine û ji ber vê jî ciyekî girîng e.
- Ji bo xebatên jeoradar piştgirî yê were hildan
Yildiz diyar kir ku li Qesra Artûqiyan û miştemîlata wê dest bi kolanan kirin û wiha pê da çû:
"Me tevirê ewil li dilê Diyarbekirê xist. Di xebatên kolan û paqijiyê da me giraniya xwe da ser aliyê rojavayê wargehê. Hedefa me ew e ku di nav 3 salan da qesrê derxin holê. Paşê em ê dest bi kolana herêmên din bikin. Texmîna me ew e ku mazaîk û çînî derkevin lêbelê em nizanin ji wargehê ew ê çi derkeve. Înşaellah em ê daneyên ku dîroka Diyarbekirê ji nû va bidin nivîsandin derkevin. Ji xebatên jeoradarê Ajansa Pêşketinê ya Qerecdaxê jî ew ê piştgiriyê bide."