Fatih Gazioğlu
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank got ku wan gelek projeyên nû amadekirine û wiha axivî: "Em ji bo pîşesazên xwe Navendên Veguherînê yên Dîjîtal ava dikin. Di meha mijdarê da emê li Enqere û Bursayê fabrîqeyên xwe yên mînak vekin."
Wezîr Varank beşdarî bernameya "Rojên Navendên Veguherînê yên Dîjîtal" a ku ji aliyê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirk (TUSÎAD) hat lidarxistin bû. Varank li vê derê axaftinek kir û got ku dinya di aboriya kûrewî da êdî di heyameke nû de ye û wiha dewam kir:
"Em ji bo pîşesazên xwe Navendên Veguherînê yên Dîjîtal ava dikin. Di meha mijdarê da emê li Enqere û Bursayê fabrîqeyên xwe yên mînak vekin. Di belavkirina dahatê, gihîştina fînansmanê, pêşketina beşerî û civakî da em hatin asteke baş. Em dixwazin di sala 2023yê da bikevine nav 10 aboriyên herî mezin yên dinyayê. Ji bo vê hewcedarî guherîna paradîgmayê ye. Pîlana projeya fabirqeyên model ên Îzmir, Gaîzentab, Mêrsin, Qonya û Qeyseriyê jî hatin çêkirin û çavkaniyên fonê hatin dîtin."
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank got ku wan ji bo projeyên veguherînê yên dîjîtal di dawî salê da heta niha 260 milyon lîre pere xerckirine û wiha axivî:
"Di bin serokatiya wezareta me de bi navê Platforma Veguherînê ya Dîjîtal platformek avakiribû. Platforma me ev 2 sale gelekî baş dixebite. Xebatên me yên bona sazûmaniyê dewam dikin. Hûn jî dizanin bi saya Sîstema Hikûmetê ya Serokomariyê hin ofîs û lijneyên nû hatin avakirin. Ji wan jî yek Ofîsa Veguherînê ya Dîjital e."