Ahmet Aydın
28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
KONYA
Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê banga hilbijartina berwext a Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, "Niha jî dibêje bila 'hilbijartineke berwext' çêbe. Dema hilbijartinê diyar e jixwe. di dema îqtîdara AK Partiyê de, tenê dema ku neçarî hebe herwkî ku 7ê hezîranê çêbû, dema hevdîtinên bo koalisyonê jî encam nedan hingî me kir. Çi bû? heger em herin hilbijartina berwext, tuyê rûreş bibê. Wate em ji vî tiştî natirsin."
Erdogan li Konyayê li Navenda Kongreya Selçuklu beşdarî Civîna Meclisa Şêwrê ya Wîlayetê ya Berfirehkirî ya Serokayetiya AK Partiyê bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokomar Erdogan got, "Tirkiye ji ewlekariyê heta aboriyê di hemî qadan de îmtîhaneke dîrokî derbas dike. Di vê pêvajoyê de, tişta ku herî me xembar dike ew e ku mixalefeta sereke li Tirkiyeyê digel ku erkên wê yên gelekî giring hene, herwekî ku meqamê wê vala ye. Hûn dizanin ku mixalefeta sereke li Tirkiyeyê tune ye ne wisa? Lê heger mixalefeta sereke hebûya wê têkoşîna me ya di warê demokrasiyê de hê bihêztir bûya."
Erdogan got, "Ma nuha Tirkiye deyndarê IMFê ye? Na. Tu çima hê diaxivî, kîjan hilbijartina berwext? Tu nikarî bi van tiştan xelkê bixapînî. Di demokrasiyan de dem diyarkirî ne, dema wext hat hilbijartin tên kirin. Tu nuha ey Kiliçdaroglu, bixebite ji bo adara 2019an xwe amade bike."
- Banga hilbijartina berwext a Serokê Giştiyê CHPê Kiliçdaroglu
Erdogan behsa banga hilbijartina berwext a Serokê Giştiyê CHPê Kiliçdaroglu kir û got, "Niha jî dibêje bila 'hilbijartineke berwext' çêbe. Dema hilbijartinê diyar e jixwe. di dema îqtîdara AK Partiyê de, tenê dema ku neçarî hebe herwkî ku 7ê hezîranê çêbû, dema hevdîtinên bo koalisyonê jî encam nedan hingî me kir. Çi bû? heger em herin hilbijartina berwext, tuyê rûreş bibê. Wate em ji vî tiştî natirsin."
Serokomar Erdogan herwiha her divê mijarê de got, "Ev şexs behsa demokratbûnê dike. Demokrat ji te dernakevin, hebe nebe tu karî bibî şeqşeqvanê derbekaran, ne tiştekî din. Vî şexsî ev jî got. Go 'heger ez bikevim binya ji sedî 40î ezê vekişim'. Ma vekişiya? Ji bo çi? Êvarê cureke û sibehê cureke. Nuha ku em bêjin ka em herin hilbijartinê, bawer bikin wê bitirse."