ANKARA
Tirkiyeyê li hember rêxistina terorê DAEŞê mafên xwe yên li gor peymanên navneteweyî û destûra ku TBMM dide, operasyoneke dersînor da destpêkirin.
Koalîsyona navneteweyî piştgiriyê dide operasyona Tirkiyeyê.
- Biryara ku li Meclisê hat dayîn vê destûrê dide hikûmetê
Biryara ku dibêje "ji bo ku gefên terorê yên li hember ewlehiya neteweyî tên xwarin li gor hiqûqa navneteweyî ji holê bên rakirin, êrîşên ji Sûriye û Iraqê li hember Tirkiyeyê bên berterefkirin, li hember rîska koçeke girseyî rê bê girtin dema ku hewce bike hikûmet dikare Hêzên Çekdar ên Tirkîyê (TSK) bişîne welatên biyanî" di 8ê îlona 2015an de di rojnameya fermî de hatibû weşandin.
Di biryarê de hatibû gotin ku li ser sînorê Tirkiyeyê ya başûr li hember ewlehiya neteweyî rîsk û gefxwarin zêde bûne, li bakurê Iraqê jî rêxistina terorê PKKê hebûna xwe didomîne, li Sûriye û Iraqê jî hejmara rêxistinên terorê û gefxwarinên wan zêde bûne.
Di biryarê da hat destnîşankirin ku Tirkiye girîngiyê dide yekîtî, îstiqrar û yekîtiya axa Iraqê û hat gotin ji ber ku li Iraqê komên terorîst hene ji ber talûkeyê divê hewldan û xebatên diplomatîk, siyasî û leşkerî bên zêdekirin.
Di biryarê da hat diyarkirin ku li Sûriyeyê ji ber polîtîkayên rejimê yên tundiyê dubendiyên nijadî û mezhebî dibe sedema pevçûnan û ev jî ji bo îstiqrar û ewlehiya herêmî û navnetweyî talûke ye û wiha hat gotin: "Di vê çarçoveyê da tezkereya Iraqê ya ku cara ewil di sala 2007an da hat qebûlkirin û 6 caran hat dirêjkirin, tezkereya Sûriyeyê ya ku di sala 2012an da hat derxistin û carek hat dirêjkirin, di sala 2014an da di heman metnê da hat qebûlkirin."
Di biryarê da wiha hat gotin: "Ji bo talûkeyên li dijî ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê bên berterfkirin, tevdîrên ewlehiyê bên hildan, êrîşên rêxistinên terorê yên li Iraq û Sûriyeyê ku li dijî Tirkiyeyê dikin bên berterefkirin, menfeet û berjewendiyên Tirkiyeyê bên parastin, ji bo demildest biryar were hildan û pêk anîn, ji bo ku hêzên ewlehiyê li gor rewşê midaxeleyî derveyî sînor bikin û hikûmet polîtîkayeke dînamîk bimeşîne di 2yê cotmeha 2014an da bi biryara Meclisê raye dan hikûmetê. Bi heman biryarê di 2yê cotmeha 2015an da dema biryarê hat dirêjkirin û ev li gor benda 92yemîn a Destûra Bingehîn di rûniştina 9an a di 3yê îlona 2015an da li Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin."
Biryarên KENYê yên li ser Iraq û Sûriyê
Biryara ku Neteweyên Yekbûyî ji bo têkoşîna DAEŞê daye jî Tirkiyê ji bo operasyonên dersînor mafdar derdixe.
Bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) va DAEŞ û îdeolojiya wê ya ku tê da şîdet heye, çalakiyên wê yên terorê, binpêkirina wê ya mafên mirovan û sûcên ku li dijî hiqûqa mirovan a navneteweyî bi tundî hat şermezarkirin.
Ji ber ku sivîlan dikujin, bi qestî dikin hedef, zalimtiya bê hed û hesab dikin, ji ber komkujî û kuştinên derhiqûq ku leşker jî tê da hene, ji ber dînê wan kirina êşkenceyan, ji ber ku sivîlan direvînin, kêmnetewan bi zorê ji cihê wan derdixin, ji ber kuştina zarokan, ji ber ku zarokan hildidin leşkeriyê, ji ber ku tecawiz û cureyên şîdeta cînsel, girtinên keyfî, êrîşên li ser dibistan û nexweşxaneyan, texrîbkirina cî û warên çandî û dînî, astengkirina bikaranîna mafên aborî, sosyal û çandî, hat şermezarkirin.
Di biryarê da hat teşwîqkirin ku hemû dewlet tevkariyê bikin ku DAEŞ û Eniya el-Nusra yê jî tê da hemû kes, grûb, sazî, rêxistinên girêdayî El- Qaîdeyê bibînin û teslîmî edaletê bikin.
Mafê berevaniya meşrû
Di vê navberê da, li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî, li hemberî yekparetiya ax û azadiya siyasî ya welatekî emilandina hêzê qedexe ye. Lê du îstisnayên vê hene. Yek jê heger Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî wezîfedar bike, ya din jî mafê berevaniya meşrû ye.
Seba cîbicîkirina mafê berevaniya meşrû divê êrîşeke çekdar hebe, lê hewce nake ku ev êrîş ji layê dewletekî were kirin. Dîsa mafê dewletan heye ku bi serê xwe, mafê xwe yê berevaniya meşrû cîbicî bike û bi awayê din jî seba berevaniya meşrû dikare gazî dewleteke din jî bike.
Di vê çarçoveyê da, rêxistina terorê DAEŞ hem ji bakurê Sûriyê gule agirî Tirkiyê dike û li welêt êrîşên terorê çêdike. Ev jî dibe sedem ku Tirkiyê di vê mijarê da mafdar be. Peymanên navneteweyî jî di vî warî da destê Tirkiyê xurt dike.
Beşa 7an a Peymana Neteweyên Yekbûyî wan gavên tevdîrê verast dike ku dema li deverekî aşitî xerab bû û êrîşeke çekdar qewimî, dewletên ku endam in, divê kîjan gavên tevdîrê werbigire diyar dike.
Têkoşîna dijî şervanên terorîst
Konsêya Ewlekariyê ya NYyê bal kişand ser mijara şervanên terorîst ên xerîb.
Konsêyê di vê mijarê da di sala 2014an da hin biryar sitandibû. Di belgeyên konsêyê da xanê kiribû ku li Sûriye û Iraqê di nav endamên DAEŞê da ji 100 welatî qasî 25 hezarî şervanên biyanî hene. Ji bo çareserkirina vê mijarê dibê şervanên biyanî li welatên wan bên tesbîtkirin û pêşî li wan bê birîn ku neçin şer.
Di vê mijarê da Tirkiyeyê tevdîrên girîng sitandibû. Ji sala 2011an hetanî sibata sala 2016an qedexe dan ser 37 hezarî zêdetir kesî ku nekevin Tirkiyeyê. Ji 3 hezarî zêdetir kes jî ji welêt hatibûn şandin.
Li hin balafirgeh û termînalên otobêsan komên analîzê 7 hezar û 500 biyanî kontrol kirin, bi 5 hezarê wan ra axivîn, hezar û 700ê wan nehîştin ku têkevin welêt.
Di operasyonên hêzên ewlekariyê da hezar û 30yê wan biyanî bi tevahî 2 hezar û 433 kes hatin binçavkirin, 808ê wan hatin girtin.
Wek mayîn Tirkiyeyê tevdîrên ewlehiyê yên li ser sînorê Sûriyeyê zêde kiribû.