Tirkiye xwedî li 'orkestraya gund' a li Mûşê derket
Orkestraya xwendekaran a li Mûşê ya ku derfeta wê tunebû beşdarî mihrîcana muzîkê bibe, ji çar aliyê Tirkiyeyê peyamên piştgiriyê hilda û ewê bikaribe beşdarî mihrîcanê bibe
01 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
Muş
MUŞ
Xwendekarên li Vartoya navçeya Mûşê dixwînin û ji ber ku di qada muzîkê de serkeftî ne bi serokatiya mamosteya muzîkê ve orkestrayeke ji 40 kesan pêk tê ava kirin.
Rêveberên Mihrîcana Koroyên Pirdengî ya Navneteweyî ya Stenbolê Sansevê ev orkestra vexwendin mihrîcanê. Lê ji ber ku derfeta xwendekaran tune herin mihrîcanê komê eşkere kir ku ewê nikaribin beşdarî vê mihrîcanê bibin.
Li ser vê eşkerekirinê ji çar aliyê Tirkiyeyê peyamên piştgiriyê ji bo orkestrayê hatin ku bila ew beşdarî vê mihrîcanê bibin.
Mamosteya muzîkê Asli Tanrikulu ya ku ji eslê xwe Îzmirê ye 3 sal berê li Dibistana Navîn a Hamurpeta girêdayî navçeya Vartoyê dest bi wezîfeyê kir.
Tanrikuluyê ji xêrxazan enstrumanên muzîkê berhev kirin û ji xwendevanan orkestrayeke muzîkê ava kir. Rêvebirên Mihrîcana Koroyên Pirdengî ya Navneteweyî ya Stenbolê Sansevê ev orkestraya serkeftî vexwendin mihrîcanê. Lê ji ber aboriyê xwendevanan gotin ku ew nikarin herin mihrîcanê.
Gelek welatiyên xêrxaz xwe gihandin mamoste Tanrikuluyê û gotin ewê piştgiriyê bidin xwendevanan bila bes ew herin mihrîcanê.
- Şaredariya Vartoyê wê mesrefên orkestrayê bidin
Qaymeqamê Vartoyê û Wekîlê Şaredar Mehmet Nurî Çetîn jî orkestrayê xwedî derket û daxuyand ku ewê alîkariya xwendevanan bike.
Çetîn ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku gelek kesan xwest ku alîkariya orkestrayê bikin û wiha axivî: "Heqê me heye ku em alîkariyê bikin. Emê hemû mesrefên orkestrayê bidin."
Tirkiye xwedî li 'orkestraya gund' a li Mûşê derket