11 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
ANKARA
Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr li ser bûyera bi destê Holandayê betalkirina destûra daketina teyareya Çavuşoglu axivî û wiha got:
"Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê dikare here her aliyên dinyayê, dikare hemû welatên dost û mitefîq ziyaret bike, tevlî kampanyayan bibe, fikr û ramnên xwe pare veke. Hemû siyasetmedar dikarin bi vî awayî tev bigerin. Lêbelê ev tu carî nayê qebûlkirin. Ev pêkanîneke li dijî aqil, mantiq, dostî, demokrasî, mirovahî û mafên mirovan e û şaş e. Em wek Tirkiyeyê di binê vê da namînin. Tirkiyeyê hemû bersivan bide kesên ku vê dikin."
Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr bal kişand ser azadî û mafên mirovan û wiha got: "Ev tiştekî şaş, seqet e û ji kîjan aliyî va mêze dikin bikin li nirx, azadiya fikir, mafên mirovan û demokrasiyê yên ku Ewropa diparêze nayê, em bi pêkanîneke faşîstî ra rûbirû mane. Ev tiştekî ku bê qebûlkirin nîne. Em bangî siyasetmedarên Holandayê dikin ku bira hişê xwe bînin serê xwe û maqûl tev bigerin. Ev tevî alîgiriya 'na'yê, nîşana xisûmeta li dijî Tirkiyeyê ye jî, em nikarin vê qebûl bikin."