11 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Bagcilarê di merasima vekirina komî da xeberda.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Heta li vî welatî 80 milyon kesên amade ne ji bo dewlet, ala, azan û azadiya xwe wekî tavê herin ava hebin, kes nikare awiran bide me û pişta me deyne erdê."
Erdogan der barê betalkirina daketina balafira Çavuşoglu da wiha got : "Wezîrê me yê Karên Derva ew ê biçûya Holandayê ku bi welatiyên me yên li wê derê ra bê hev, jê ra xeber tê ku "qedexeya firînê" heye. Hela bînin bîra xwe, wezîrê me yê Karên Derva ji bo ku bi welatiyên me ra bê hev here Holandayê xebera "qedexeya firînê" jê ra tê. Holanda bira carekê banzde, du caran banzde lêbelê welatiyên me yên li wê derê ew ê di 16ê nîsanê da destgeha wan xirab bikin. Çiqasî ji destê wê tê tundiyê bikin, çiqasî ji destê we tê li welatê xwe terorîstan xweyî bikin, hemûyên van tiştan ew ê li we vegerin, bê şik em ê piştî 16ê nîsanê pêkanînên xwe bidin destpêkirin. Em bi sebr in."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Niha li vir xelkê Bagcilarê notê Hollandayê dide. Heta dikarî nehêle balafira Wezîrê Karên Derva rabe, em ê bibînin ka wê balafirên te çawa tên Tirkiyeyê? Helbet ez li vir qala diplomasiyê dikim, qala ziyareta welatiyan nakim, ew mijareke din e û em ê li gor wê binirxînin. Ev ne ji siyasetê fehm dikin û ne jî dizanin diplomasî çi ye. Ev ewqas tirsonek in û dibizdin. Ev bermayiyên naziyê ne, ev nijadperest in. Vê wiha bizanibin."
Erdogan bal kişand ser dengdayîna guherandina destûra bingehîn û wiha xeberda: "Di dengdayîna guherandina destûra bingehîn da du rê li ber welatiyên me heye. Yan em ê bi pergala heta niha dibe sedema qeyranan dewam bikin, yan jî em ê pergala temînata îstiqrar û ewlehiyê ye bînin."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Kesê li serê mixalefeta sereke jî dawet dike. Yaw em ê bi te ra li ser çi biaxivin? Tu bi serokên Qendîlê ra tev digerî. Tu tiştekî me tune ku bi serokên Qendîlê ra em biaxivin. Hûn ku ji min ra bêjin meneya 'na'yê çi ye ez ê bi hevokekê bersiva we bidim. 'Na' piştgiriya ku didin alîgirên PKKya rêxistina terorê û li vî welatî rûniştandina terorê ye. Kî çi dibêje bira bêje."