11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê ya Ayê di Koma Dyê ya Şampiyonaya Ewropa 2016an (EURO 2016) da sibê wê bi Hirvatistanê ra bê hemberî hev û Tirkiye bi vê pêşbirkê va wê cara 538an derbikeve meydanê.
Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê ya Ayê ev 93 sal e ku ava bûye û heta niha 280 jê fermî û 257 jî taybet bi tevahî 537 pêşbirk kir, yek jê bi hukmen di 203 pêşbirkan da bi ser ket, 123 pêşbirkên wê bi beramberî qediyan û di 211 pêşbirkan da jî têk çû.
Tîma Fitbolê ya Tirkiyeyê bi 3 golên pêşbirka hukmen qezenc kir jî di nav da di pêşbirkên xwe yên li deplasmanê da 231 gol, di pêşbirkên ku li mala xwe kir da 230 gol, di pêşbirkên ku li stadên hevpar kir da jî 76 gol avêt yanî heta îro bi tevahî 708 gol avêt reqîbên xwe û ji wan jî 783 gol xwar.
Tirkiye heta îro bi tîmên neteweyî yên 86 welatan ra hat hemberî hev.
Tirkiye di 10 pêşbirkên xwe yên dawîn ên ku bi reqîbên xwe ra kir da 9 caran bi ser ket û carek jî têk çû.
- 10 pêşbirkên dawîn ên Tirkiyeyê
| Wext | Cih | Organîzasyon | Raqîp | Encam |
| 06.09.2015 | Konya | Kifşkirinên EURO 2016yan | Hollanda | 3 - 0 |
| 10.10.2015 | Prag | Kifşkirinên EURO 2016yan | Komara Çekê | 2 - 0 |
| 13.10.2015 | Konya | Kifşkirinên EURO 2016yan | Îzlanda | 1 - 0 |
| 13.11.2015 | Doha | Taybet | Qatar | 2 - 1 |
| 17.11.2015 | Stenbol | Taybet | Yewnanistan | 3 - 0 (Hukmen) |
| 24.03.2016 | Antalya | Taybet | Swêd | 2 - 1 |
| 29.03.2016 | Wiyana | Taybetl | Awisturya | 2 - 1 |
| 22.05.2016 | Manchester | Taybet | Îngiltere | 1 - 2 |
| 29.05.2016 | Antalya | Taybet | Karadag | 1 - 0 |
| 05.06.2016 | Ljubljana | Taybet | Slovenya | 1 - 0 |
Not: Di encama pêşpirkan da ewil Tirkiye hatiye hilbijartin.