Sevim Hatun
12 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
PARÎS
Tîma Fitbolê ya Koma Ayê, di Şampiyonaya Fitbola Ewropayê ya 2016an (EURO 2016) Grûba Dyê da bi Xirwatistanê ra hat hemberî hev û 1-0 têk çû.
Di deqîqeya 41em a pêşbirkê da, Modrîc ji derveyî qada cezayê golek avêt. Tîma Netewî ya Tirkiyeyê 1-0 ji qadê vegeriya.
-Di pêşbirka Tirkiye û Xirwatistanê da 11 fitbolîstên ewil
Volkan Babacan, Gokhan Gonul, Mehmet Topal, Hakan Kadîr Balta, Caner Erkîn, Ozan Tufan, Selçuk Înan, Oguzhan Ozyakup, Hakan Çalhanoglu, Arda Turan, Cenk Tosun. Rêvebiriya Tîma Fitbolê ya Koma Ayê ya Neteweyî Direktorê Fitbolê yê Tirkiyeyê Fatîh Terîm kir.
Di kûlubeya yedek da jî Onûr Recep Kivrak, Harûn Tekîn, Semîh Kaya, Ahmet Yilmaz Çalik, Nûrî Şahîn, Olcay Şahan, Îsmaîl Koybaşi, Bûrak Yilmaz, Yûnûs Malli, Volkan Şen, Emre Mor û Şener Ozbayrakli cih girtin.
Di tîma Xirwatistanê ya rikeber da jî Subasic, Srna, Corluka, Vida, Strinic, Modric, Badelj, Brozovic, Rakitic, Perisic, Mandzukic derketin qadê.
-Hejmara alîgirên Tirk ên li qadê zêdetir bû
Pêşbirk li Stada Parc des Prîncesê ya ku 50 hezar kes lê bi cih dibin, hat kirin. Herî zêde alîgirên tîma Tirkiyeyê bilet sitandin.