12 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê bi hevkariya Federasyona Basketbolê ya Tirkiyê û Midûriyeta Werzişê ya Bajêr a Xizmetên Ciwanan va "Tûrnuvaya 3x3 Streetballê" hat li darxistin.
Di çarçoveya tûrnuvayê da 18 tîmên ku ji xwendekar û welatiyan pêk tê, li ber avahiya Walîtiyê têkoşîn dan. Welatiyan jî eleqeke nîşan dan û hatin temaşeyê.
Nûnerê Bajarê Hekariyê yê Federasyona Basketbolê ya Tirkiyê Yakup Aktaş der barê tûrnuvayê da daxuyanî da û destnîşan kir ku seba tûrnuvayê her cure derfet hatin seferberkirin û her wisa spasiya hemû desgehên piştevan kir.
Aktaş got ku tûrnuvayê 3 rojan dewam bike.