01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der heqê pêşnûmaya der barê bûyerên 1915an a ku dê sibê li Parlementoya Almanyayê pêşkêşî dengdayînê bikin da wiha got, "Hêvî dikim Parlamentoya Almanyayê, yên ku biryaran didin, guh bidin dengê 3 milyon û nîv hilbijêrên xwe. Ji ber vê em naxwazin ku biryareke wiha bê dayîn. Înşallah wê bi aqlê selîm tevbigerîn û biryareke wiha nebaş, neyê dayîn. Heke bê dayîn wê çi bibe? Tu tişt wê nebe. Li welatên din jî biryarên wek vê di paşerojê de hatin dayîn. Ji bo me tiştekî vala ye, hikmê wê tune, lê dîsa jî em naxwazin derkeve."
Yildirim beriya çûyîna xwe ya Komara Tirkiyê a Qibrisa Bakur li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî dan û bersiv da pirsên rojnamegeran.
Li ser pirsa rojnamegerekî ya der heqê "Pêşnûmaya der barê bûyerên 1915an a ku dê sibê li Parlementoya Almanyayê pêşkêşî dengdayînê bikin" da, Serokwezîr Yildirim wiha xeberda, "Ev dengdayîn, dengdayîneke pir eletewş e. Tiştekî nebûyî, tiştekî bêbingeh e. Ev, bûyereke ji rêzê ye ku di 1915an da di şert û mercên Şerê Yekemîn ê Cihanê da qewimiye û dikare li her welatekî jî biqewime. Li vir kesên ku hewl didin fatorayekî ji Tirkiyê ra derxin, qesd û niyeta wan qenc nîne, em vî dizanin. Em di vê mijarê da jî ji hemû dinyayê ra pir eşkere û zelal dibêjin ku tu tiştekî me yê veşartî tuneye, her tiştek bira were lêkolînkirin.
Tu tiştekê me yê veşartî tune. Bira li ser hemû tiştan lêkolîn bê kirin, li ser dîroka hemû welatan lêkolîn bê kirin. Texsîrata kê çi ye bira derkeve holê. Lê belê bira dîroknas vê lêkolînê bikin. Heke vê têxin amûreke siyasetê û têxin amûreke siyaseta navxweyî evê şaş be. Ji ber vê tabî têkiliyên di navbera me û Almanyayê da ew ê zirarê bibînin di vê da şik tune. Em dixwazin zirar negihîje têkiliyan. Bi vê armancê brêz Serokomarê me li brêz Merkelê geriya. Acizî û nerazîbûna me ya di vê mijarê da rasterast îfade kir."
Yildirim bal kişand ku piştî ew bû Serokwezîr, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li wî geriya û wiha dewam kir:
"Bi vê wesîleyê min jî bi hûrgulî qala hemû hesasiyetên me yên di vê mijarê da jê ra kir. 3,5 milyon tirkên ku li Almanyayê dijîn hêz û qeweta herî saxlem e ku Tirkiye û Almanyayê digehîne hevdu.
Hêvî dikim Parlamentoya Almanyayê, yên ku biryaran didin, guh bidin dengê 3 milyon û nîv hilbijêrên xwe. Ji ber vê em naxwazin ku biryareke wiha bê dayîn. Înşallah wê bi aqlêselîm tevbigerîn û biryareke wiha nebaş, neyê dayîn. Heke bê dayîn wê çi bibe? Tu tişt wê nebe. Li welatên din jî biryarên wek vê di paşerojê de hatin dayîn. Ji bo me tiştekî vala ye, hikmê wê tune, lê dîsa jî em naxwazin derkeve."