Elif Orhan
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
STENBOL
Serokê Şarederiya Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş da zanîn ku ji peywira xwe îstifa kir
Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş li ser nîqaşên îstifaya wî civîna çapemeniyê li dar xist û got:
"Mixalefet dixwaze ku ji vir siyasetê çêke. Ez misadeyê vê yekê nakim. Tu carî nakim. Min ji îro ve dev ji vê peywira xwe ya şaredariyê berda, min îstifa kir. Lê tu carî dê têkiliya min a bi partiya min a siyasî re qut nebe. Ez niha endamekî partiya xwe me. Ji mixalefeta ser vir tu tişt bi dest nakeve."