Muhammet Kurşun
23 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
ANKARA
Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag der barê biryara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê de got:"Ev referandûm ne meşrû ye, nayê qebûlkirin. Tirkiyê helwesta xwe ya di vê mijarê de ji serî ve daniye holê. Ev referandûm li dijî ewlehiya neteweyî ya Dewleta Komara Tirkiyê tehdîd e. Di heman demê de li dijî yekparçeyiya axa Iraqê, yekîtiya neteweyî ya Iraqê û serweriya wê jî rasterast tehdîd e."
Li ser nîqaşên derengxistina referandûmê jî wiha nirxandin kir:
"Tirkiye li dijî derengxistina referandûmê ye jî. Derengxistin, di pêşerojê de tê me'neya kirina referandûmeke bi vî şêweyî. Bi tu awayî rizaya me li hemberî vê referandûmê, di îro de û di siberojê de tuneye. Lewra derengxistin tê me'neya destûrdayîna referandûmê. Ev referandûm, bêyî ku were dubarekirin divê were betalkirin."
"Yên ku dibêjin ev gav ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye avêtin dibe ku siberoj muqabilî pirsgirêkên ku nikaribin ji bin derkevin werin."
Bozdan bangewaziya Tirkiyê bo Herêma Kurdistana Iraqê ragihand û wiha axivî:"Em wek Tirkiyê careke din bangewaziya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê dikin.
Em dibêjin bi eqlekî selîm hereket bikin. Dev ji vê referandûmê berdin. Referandûmê betal bikin.Ya di xêra rêveberiya herêmî û xelkê li wê derê dijîn de ye betalkirina referandûmê ye."
"Tirkiye li dijî derengxistina referandûmê ye jî. Derengxistin, di pêşerojê de tê me'neya kirina referandûmeke bi vî şêweyî.Bi tu awayî rizaya me li hemberî vê referandûmê, di îro de û di siberojê de tuneye. Lewra derengxistin tê me'neya destûrdayîna referandûmê. Ev referandûm, bêyî ku were dubarekirin divê were betalkirin."