23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Sibê di parlementoya Ewropayê da ji bo guftûgoyên endamtiya YEyê ya Tirkiyeyê wê rayavêtin bê kirin. Encam çi dibe bila be tû qedr û qiymeta vê rayavêtinê tuneye."
Serokomar Erdogan di rûniştina vekirina Civîna 32yemîn a Komîteya Daîmî ya Hevkariya Bazirganî û Aborî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî (ÎSEDAK) da axivî û bal kişand ser alema îslamê û misilmanan.
Di xeberdana xwe da Serokomar qala qeyranên siyasî, civakî û aboriyê yên ku li herêmên herî zêde misilman lê dijîn kir û wiha pê da çû: "Cihan bi giştî, bi taybet herêma em tê da ne, demeke dirêj e rûbirûyê qeyranên siyasî, civakî û aborî bûye. Em di demeke wisakî da derbas dibin ku hêlên erdhejê yên di sistema kurewî da çalak bûne, bi taybet li Sûriye, Iraq, Libya û Yêmenê ew erdhej bandoreke mezin dikin. Bi giştî em hemî, bi şiklekî divê pêvajoyê ra derbas dibin. Esasen hema bêje hemî ew qeyranên ku siyaseta cihanê serqal dikin û rojevê dîl digirin, li welatên îslamê diqewimin. Her weke ku me misilmanan ev barê cihanê hilgirtiye ser situyê xwe."
Serokomar Erdogan bêkêrî û bêxêriya welatên ku li hemberî penaberan nîşan didin jî bi bîr xist û got: "Hêj çend roj berê ber çavê me li Rojhilatê Helebê nexweşxaneya dawîn a ku ji bo sivîlan xizmet dida ji hêla rejim û piştevanên wê va hat serobinkirin. Bi tenê di nav salekê da ava reş a Behra Spî ji bo 5 hezar mezlûmên ku ji ber şer, tunebûn, feqîrî û bêçareyiyê reviyan bû goristan. Ji ber şer û pevçûnên li Iraq û Sûriyeyê ew 10 hezar zarokên ji mecbûrî koçî Ewropayê kirin çi hatiye serê wan ne diyar e û ew winda ne. Ew welatên ku hergav dixwazin ji me ra qala mafên mirovan, demokrasî û azadiyê bikin wisa bêkêrin ku li wan zarokên xwe spartine wan xwedî dernakevin. Deriyê xwe li van venekirin. Berevajiyê vê, wan mehkûmî têlbendan dikin."
Erdogan tevgera gel a di 15 Tîrmehê da jî anî rojevê pesnê gel da û got: "Gelê me yê ku 15ê Tîrmehê berdêleke mezin da, ji hêla Rojavayê va rastî rexne û sûcdarkirinên bêbext hat. Gelê ku xwedî li demokrasiyê derket di ciyê pîrozkirinê da hat cezakirin. Ev helwesta durû dewam dike. Operasyonên li dijî Tirkiyeyê di ciyê ku kêm bibin hê jî zêde dibin."
Serokomar Erdogan welatên din jî ji ber FETOyê hişyar kir û xeberdana xwe wiha domand: "Ez cardin dixwazim dubare bikim; Rêxistina Terorê ya Fetullahî û pêşengê wê yê li Pensilvanyayê ku xwe wek mehdî dibîne, tenê ji bo Tirkiyeyê talûke nîne, ji bo hemû dewletên ku lê hene talûkeyeke mezin e.
Ev rêxistin rêxistina xaşxaşiyan a neo ya roja me ye. Dema ku hûn li pişt perdeya têgehên perwerde, diyalog, xêr û xizmetan binêhêrin hûnê çi bibînin hûn dizanin? Hûnê durûtî, îftira, dizî, kîn, xwîn û rêderketinê bibînin. Li welatê me di salên dawîn de em baş dibînin ku li pişt gelek kuştinên siyasî, bûyerên terorê, manîpulasyonên aborî, bêrêtî û tiştên din ev rêxistin heye. Çawa ku em li hember rêxistinên wek DEAŞ, PKK, El Qaîde, Boko Heram û Eş Şebab têkoşînê didin, divê em li hember FETOyê jî bi heman biryariyê ve têkoşînê bidin."
Di berdewamiya axaftina xwe da jî Serokomar wiha dewam kir: "Heke em li hemberî bûyerên pêk tên dema dengê xwe nekin wê ew li ser xalîçeyên sor weke gurên devbixwîn ên ku silavê didin Rojava biezimînin û kesên rexne li wan digirin jî wek dîktator etîket bikin û wê vê tevgera xwe bidomînin. Dema vana ji yekî ra bibêjin dîktator di çavê min da ew kes yekî baş e. Bav û kalên me jî van meseleyan wiha nirxandine. Dema got filankes tu berevajiyê vê bifikire. Ez jî niha dibêjim dema vana ji yekî ra gotin dîktator wê demê berevajiyê wê bifikirin lewra ew kesekî gelek baş e. Lewra ew kes li gor berjewendiyê wan nîne. Niha li DYAyê hilbijartinek hat kirin ne wisa? Hesabê wan negirt. Lewra hesab cihê bû lê Trump biserket. Li Amerîkayê ji Trump ra dest bi çi gotinê kirin. Gotin dîktatore. Li welatên cihê yên Ewropayê derketin kuçe û kolanan û gotin dîktator. Kanê hûn demokrat bûn? Demokrasî ne sandoq e? Ji encama ku ji sandoqê derket ra hurmet nîne? Di sandoqê da niha encam wiha derket, Trump derket, rêzê nîşan bidin, tên bal me û ji me ra jî dibêjin 'Binihêre Trump li dijî misilmanan diaxive, dijî Îslamiyetê diaxive' Em di qada siyasetê da hînî hemû tiştên wiha bûne. Îro wiha diaxive wê sibê xeletiyên xwe serast bike. Lê divê em li vê derê bi van lîstikan teqez neyên xapandin"
Der barê endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) da jî Serokomar Erdogan ragihand ku Tirkiye ji gelek welatên endamên YEyê ne zêdetir li nirxên YEyê xwedî derdikeve û wiha pê da çû: "Me heta niha bê hed û hejmar nîşanda ku em ji gelek welatên endam zêdetir xwedî li nirxên Yekîtiya Ewropayê dertên. Lêbelê me ji mixatabên xwe yên Rojava ji bilî çend gotinên ku xweş tên guhê me zêdetir tu piştgiriyeke şênber nedît. Berevajiyê piştgiriyê tu sozên wan bi cih nehatin."