14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
TBMM (AA) - Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag der heqê pêşnûmaya dadrêsa bilind a ku sewqî Serokatiya TBMMyê kirin da got, "Tu rewşeke berevajoyê Destûrê tuneye. Pêşnûma bi temamî anegorî Destûrê ye. Destûrê ev mijar hiştine hêviya teqdîra yasadaner, anku verastina ku em dikin di nava qada teqdîra yasadaner da ye."
Wezîr Bozdag li Meclisê bersiva pirsên rojnamegeran ên der heqê rojevê da da.
Bozdag der barê pêşnûmaya dadrêsa bilind da wiha got, "Tu rewşeke berevajoyê Destûrê tuneye. Pêşnûma bi temamî anegorî Destûrê ye. Destûrê ev mijar hiştine hêviya teqdîra yasadaner, anku verastina ku em dikin di nava qada teqdîra yasadaner da ye."
Wezîr Bozdag got ku di Dadgeha Bilind da hejmara daîreyan dê di nava 3 salan da bên kêmkirin, 12 hiqûq, 12 ceza bi tevahî dê berjêrî 24an be, hejmara endaman ku 300 in jî dê berjêrî 200î be, di Şûraya Dewletê da jî hejmara endaman ku 116 in dê berjêrî 90î be.
Bozdag ji bo pirsa, "Gelo hemû fezleke gihîştin dozgeriyan, dê ji dozgeriyan ra kîngê bên şandin?" wiha got, "Na, vêga gihîştin ber destê me. 682 dosye hatin, ev tên lêkolînkirin û dê bên şandin. Me dosyeyên li wezaretê şandin, ên din jî lêkolîna wan demildest tê kirin, ji ber ku ji hêla usûlê va hin miemele divên. Me çiqas çêkir, emê bişînin. Di kurtedemekê da hemû jî dê bên şandin."