14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
TBMM
Serokwezîr Bînalî Yildirim di Civîna Koma TBMMyê ya partiya xwe de axivî.
Yildirim got ku ew di 22yê tîrmehê vir ve operasyonan didomînin û wiha dewam kir: "Li navçe û bajaran hêza rêxistina terorê hatiye kêmkirin. Dewletê li her goşeyê welêt ji bo aramî û ewlehiya gelê me tevdîr hildaye. Lê divê bila her kes vê baş bizanibe ku, li bakurê Sûriyeyê, Mûsilê û bakurê wê hin plan hene. Tirkiye wê tu carê, destûrê nede ku li wir rêvebiriyên nû ava bibin."
-"Em ji wê re jî dibêjin erê"
Serokwezîr Yildirim behsa sîstema serokatiyê kir û wiha axivî: "Birêz Kiliçdaroglu di bernameyeke televîzyonê de dibêje ku 'heke hûn sîstema serokatiyê ya wek li Amerîkayê tînîn, kerem bikin' Li gor me ev tê meneya 'em amade ne'. Me kerem kir, hûn jî kerem bikin. Bila wek tîpa Amerîkayê be. Em ya tirkan tercîh dikin, lê heke hûn bibêjin wek ya amerîkan, em ji wê re jî dibêjin erê."
- "Ji bilî navê Tirkiyeyê hûnê navê her kesî bibînin"
Yildirim behsa qebûlkirina komkujiya ermenan ya li Parlamentoya Almanyayê kir û wiha axivî: "Der barê komkujiyê de heke em defterên dîrokê û raburduyê vekin, hûnê li wir navê Tirkiyeyê nebînin. Ji bilî Tirkiyeyê hûnê navê her kesî bibînin. Bavûkalên me di sê parzemînan de 619 sal bi xweşbînî û biratiyê ve rêvebirî kirine. Tu caran destûr nedane ku ji tu meşrebê, ji tu gelî, ji tu baweriyê di navbera wan de pêvçûn çêbîbe."
Yildirim bang li HDPyê kir û wiha got: "Pêşniyaza me ji HDPyê re ev e, êdî safên xwe eşkere bikin. Hûn li cem terorê ne, an li cem gel in? 5 milyon welatiyên me yên ku rayên xwe dane we hêvîşikestî ne. Bila welatiyên me teredût nekin, lewra wan heqê xwe windakirin."
- "Operasyon qediyan, lê karê me nû dest pê dike"
Serokwezîr Yildirim got ku li Sûr, Silopî, Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Yuksekova û Îdîlê operasyon qediyane, lê karê wan hê neqediya ye. Yildirim wiha axivî: "Karê me nû dest pê dike. Karê me çî ye? Em ê li wan deran ji nû ve ava bikin û wê wisa be ku bi tiliyan bê nîşandan. Li herêmê em dinêhêrin dîsa HDP û alîgirên wê hişê welatiyan tevlihev dikin. Dibêjin 'Eman eman tu tiştekî îmze nekin, ew ê cihên we ji nû ve çêbikin, destûrê nedin wan. Em ê heqê we li dadgehên navneteweyî de bigerin.' Heta ku tu di dadgehên navneteweyî de heq digerî li xwe binêhêre, ji vê rewşê tu berpirsyarî. Ewil hûnê hesabê vê bidin. We gel û welatiyan xiste vê halî, niha jî hûn nahêlin piştî vê şerpezebûnê nefeseke rehet hildin, bibin xwedî maleke germ, bi zar û zêrçên xwe ve bên li cem hev. Ev hemû li ber çavên gel diqewime. Ji vir pê ve karê wan wê zehmettir be."