17 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2016
DENIZLÎ
Di çarçoveya jêpirsîna hewldana derbeyê ya FETOya rêxistina terorê de Fermandarê 11emîn Tugaya Qomandoyan û Garnîzona Denîzliyê Tuggeneral Kamîl Ozhan Ozbakir û 51 leşkerên birutbe yên ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Ji 105 leşkerên birutbe yên ku ji ber hewldana derbeyê hatibûn binçavkirin jê 51 piştî karên wan ên ewlehiyê di dadgehê de hatin girtin. 6 leşker jî ji bo bêgirtin werin darizandin serbest hatin berdan.
Fermandarê 11emîn Tugaya Qomandoyan û Garnîzona Denîzliyê Tuggeneral Kamîl Ozhan Ozbakir jî bi 51 leşkeran ve hat girtin.
Yên ku hatine girtin şandin Îzmirê, yên ku hatine binçavkirin jî hê li Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr in.