26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2016
ANKARA
Hîdayet Turkogluyê ku ji bo serokatiya Federasyona Basketbolê ya Tirkiyeyê (TBF) bi tenê namzed bû ji 143 rayan 113 ray hilda û bû serokê nû yê TBFyê.
Di lijneya giştî ya asayî ya federasyonê da 143 ray hatin avêtin û ji wan 30 ray betal bûn û Turkogluyê ku 113 ray hilda bû serokê nû.
Serokê nû yê TFByê Turkoglu piştî hilbijartinê axivî û diyar kir ku ev roj ji bo wî ji rojên herî dilxweş yek e û ji kesên piştgirî danê ra spas kir.
Di Lijneya Rêvebirina TFByê ya bi serokatiya Turkoglu da Ali Aslan, Arda Ermut, Kemal Akar, Ulkan Delikan, Yilmaz Arguden, Ozden Pelister, Methi Bengisu, Mert Çetinkaya, Emre Huseyin Soyuer, Huseyin Beşok, Dinçer Çetintaş, Yahya Ustun, Guçlu Gokozan û Mehmet Fatih Ozturk hene.